Menu
Sepetiniz

DuZimanî

DuZimanî
DuZimanî

DuZimanî
Cemil Oğuz / Dawud Rêbiwar

“Sedemên duzimaniya civaka kurd ji xwe ji hêla her kesî ve tên zanîn. Projeya avakirina netewdewleta tirk, polîtîkayên asîmîleker ên ji bo pêkanîna wê projeyê sedemên herî sereke û girîng in. Bi kurtasî kurdan duzimanî tercîh nekiriye, lê zimanê wan di saziyên perwerdehiyê de, di medyayê de, di saziyên xizmetên cemawerî de bi temamî di hemû sazî û dezgehên dewletê de hatiye vederkirin û qedexekirin û tirkî bi darê zorê li ser kurdan hatiye ferzkirin”

Di nava sala ku me li du xwe hişt de, yek ji mijarên ku ji hêla rewşenbîrên kurdînûs(1)ve herî zêde nivîs li ser hatin nivîsandin jî mijara duzimaniyê bû. Di nivîsên li ser vê têgiha ku ji ber reaîletaya kurdan diyare ku dê hê demeke dirêj di rojevê de bimîne, gelek fikr û ramanên cihêreng û girîng hatin derbirin û pêvajoya duzimaniya ku kurd dijîn wekî gaveke ber bi mirina zimanê kurdî ve hate nirxindin. Nivîsên têkildarî nîqaşa navborî wekî pirtûk hate amadekirin û ji hêla weşanên Hîvdayê ve hate çapkirin.

Li ser terîfa duzimaniyê

Berî ku der barê naveroka nîqaşê/pirtûkê de hin agahiyan bidim, ez dixwazim bi kurtasî li ser wateya têgiha duzimaniyê bisekinim. Her çi qas di nava pisporên têkildarî mijarê de li ser terîfa duzimaniyê li hevkirineke giştî tune be jî di Ansîklopedî û Ferhenga Larousseya Mezin de duzimanî wiha hatiye terîfkirin: “Rewşa kesê ku karîna bi awayekî herikbar axaftina bi du zimanên cihê bi dest xistiye (duzimaniya takekesî); rewşa civakekê, herêmekê yan jî welatekî ku du ziman lê tê axaftin (duzimaniya civakî)”(2). Heke em li gorî vê terîfê li rewşa kurdan mêze bikin, em bi rihetî dikarin bibêjin ku civaka kurd civakek duziman e(3). Lê îcar di berdewama terîfa duzimaniyê ya Meydan Larousseyê de, di paragrafa terîfa ji bo duzimaniya civakî de wiha tê gotin: “Dema ku têgiha duzimaniyê ji bo civakekê tê bikaranîn, li ser bingeheke wekhew (herî kêm di warê sazîtî an jî hiqûqî de) bihevrebûna zimanên navborî di nava xwe de dihebîne…” Îcar di vir de em dikarin bibêjin ku duzimaniya civaka kurd bi temamî rewşeke fiîlî ye, ne di warê sazîtî de, ne jî di warê hiqûqî de tu bingeheke wê tune ye. Ji xwe di makeqanûna Tirkiyeyê de zimanê kurdî bi tu awayî cih nagire, berevajî vê rewşê wekî zimanekî tekane tirkî li ser kurdan tê ferzkirin, kurdî tune tê hesibandin… Lê di fermiyetê de nebûna kurdî nikare realîteya heyî biguhere.

Duzimanî ne tercîha kurdan e lê…

Sedemên duzimaniya civaka kurd ji xwe ji hêla her kesî ve tên zanîn. Projeya avakirina netewdewleta tirk, polîtîkayên asîmîleker ên ji bo pêkanîna wê projeyê sedemên herî sereke û girîng in. Bi kurtasî kurdan duzimanî tercîh nekiriye, lê zimanê wan di saziyên perwerdehiyê de, di medyayê de, di saziyên xizmetên cemawerî de bi temamî di hemû sazî û dezgehên dewletê de hatiye vederkirin û qedexekirin û tirkî bi darê zorê li ser kurdan hatiye ferzkirin(4).  Di encama pêvajoya ji sedsalî zêdetir de rewşa îro derketiye holê…

Piştî vê kurteagahiya der barê terîfa duzimaniyê û duzimaniya kurdan de, îcar heke ku em li destpêka nivîsa xwe vegerin, nîqaşên têkildarî mijarê bêhtir bi nivîsa Cuma Çîçek a bi sernavê “Duzimanî, mirina/windabûna zimanan û rewşa kurdî li Tirkiyeyê” ku di Zendê de hate weşandin(5), dest pê kir. Çîçek, ku di van demên dawîn de bi nivîsên xwe yên lêkolînî yên li ser rewşa zimanê kurdî balê dikişîne, di nivîsa xwe ya navborî de pêşî bi awayekî berfireh li ser wateya têgiha duzimaniyê û rewşa welatên duziman sekiniye, dûre jî di çarçoveya mînakên duzimaniyê yên li cîhanê de duzimaniya civaka kurd hildaye dest û nivîsa xwe li ser vê angaştê pêk aniye; “…heta ku duzimaniya asîmetrîk a di hemû qadên jiyanê de (mal, malbat, bazar, cîran, civak, dibistan, çapemenî, bazar, xizmetên cemawerî (dewlet), xebatên çand, huner, ol û hwd.) hebe û berê wê yê ber bi tirkî ve neyê berevajîkirin da ku berê xwe bide zimanê kurdî, ne gengaz e ku zimanê kurdî hebûna xwe biparêze.”

Nîqaşa duzimaniyê wek pirtûk derket!

Piştî vê nivîsa Cuma Çîçek, di malpera Diyarnameyê de nîqaşa duzimaniyê dest pê kir. Der barê mijarê de 26 nivîs di malperê de hatin weşandin. Gelek zimanzan û nivîskarên kurd ên wekî Jîr Dilovan, Samî Tan, Amed Tîgrîs, Ezîzê Cewo, Arjen Arî, A. Balî, Helîm Yûsiv, Husên Duzen û Medenî Ferho beşdarî nîqaşê bûn û dîtin û ramanên xwe anîn zimên. Belkî jî cara yekem bû ku mijarek ew qas bi beşdariyeke berfireh hate nîqaşkirin… Îcar min û edîtorê Diyarnameyê Cemîl Oguz ji bo ku nîqaşa navborî tenê di malperekê de nemîne û bigihîje girseyên hê berfirehtir me nivîsên di çarçoveya nîqaşê de ji malperê re hatin şandin wekî pirtûk amade kir. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Hîvdayê ve hate weşandin.

Wekî ku me di destpêkê de got, hema hema di temamiya nivîsan de rewşa du zimanî ya kurdan a niha, wekî gaveke ber bi mirina zimanê kurdî ve tê nirxandin. Çimkî duzimaniya heyî wekî ku Cuma Çîçek jî dibêje, duzimaniyeke asîmetrîk e, bi her awayî berê wê ber bi tirkî ve ye. Ji ber ku tirkî zimanê dewletê yê fermî ye, ji perwerdehiyê bigire ta bazarê, ji medyayê bigire ta mizgeftê hema hema her tişt ji bo pêşketina tirkî ye. Beramberî vê yekê kurdî hê di gelek qadên jiyanê de qedexe ye. Ji bo pêşketina kurdî dewlet tu îmkan û derfetan nade, berevajî vê yekê ji bo têkbirina kurdî çi pêwîst be dike. Ji ber van sedeman tevan, bêşik û guman duzimaniya heyî pêngaveke ber bi mirina zimanê kurdî ye û wekî ku di nîqaşan de jî nivîskar li ser hemfikir in, ne mimkune ku hezkiriyekî kurdî rewşa du zimanî ya heyî qebûl bike û bipejirîne.

Duzimanî dikare bikuje jî biparêze jî…

Lê îcar di hin nivîsan de ligel vê nêrîna mafdar hin nirxandinên ji realîteyê dûr jî hene, herî kêm ji bo dema nêzik. Di nirxandinên ku ez dibêjim ji realîteyê dûr de duzimanî bi temamî tê redkirin û nayê pejirandin. Lê belê tiştek ku tê jibîrkirin heye ew jî ji xwe kurdan duzimanî tercîh nekiriye, bêyî îradeya xwe ketine vî halî. Mixabin ku em bixwazin û nexwazin ew hal û rewşa îro ji derveyî îradeya me pêk hatiye û êdî realîteyeke. Yanî êdî wisa ne hêsane ku di carekî de tirkî di jiyana kurdan de bê derxistin, herî kêm ji bo dema nêz. Bi min ji dewsa van daxwaz û nêrînên ji rastiyê dûr, divê kurd serê pêşîn doza duzimaniyeke bi rastî, bi gotina Husên Duzen ‘duzimaniyeke bera’ bikin. Yanî serê pêşîn divê duzimaniya heyî bi zagonan bê pejirandin û jê re bingeheke hiqûqî û wekhev bê çêkirin. Divê kurdî di serî de li dibistanan, bi giştî di hemû saziyên cemaweriyê de ligel tirkî wekî zimanê fermî bête pejirandin û bikaranîn. Bi kurtasî, ji bo parastina kurdî di demeke pir nêz de pêdivî bi duzimaniyeke rastîn a wekhev heye… Ne duzimaniyeke dikuje, pêdivî bi duzimaniyeke bide jiyandin heye…

Duzimanî çawa ku dikare zimanekî li holê rake, wisa jî dikare zimanekî biparêze. Wekî mînak gelek welatên ewropî duziman in, heta hin jê pirziman in. Lê li van welatan zimanek li ser zimanekî din re nayê girtin. Berî her tiştî her du ziman bi zagonan hatine pejirandin, bi her du zimanan perwerdehî dibe, weşana medyayê dibe û di hemû warên jiyanê de her du ziman têne bikaranîn. Bi min serê pêşîn pêdiviya kurdan bi duzimaniyeke wiha heye. Di vî warî de modela Belçîkayê dikare bibe mînak… Di vî warî de bo ku mirov bikare baştir mijarê têbigihê rewşa duzimanî ya li welatên cur bi cur ên ku Cuma Çîçek di nivîsa xwe de li ser disekine mînakinên balkêş in kurd jî dikarin ji van mînakan sûdê werbigirin…

Duzimanî an dunîvzimanî?

Tez an jî dîtineke din a ku di nîqaşan de balê dikişîne jî ew e ku Samî Tan û Husên Duzen rewşa duzimanî a kurdan wekî dunîvzimanî bi nav dikin. Bi rastî jî dema ku mirov li rewşa kurdan mêze dike ev nêrîn bêhtir ji mirov re rast tê. Ji ber polîtîkayên dewletê yên asîmîleker mixabin ku civaka kurd ketiye rewşeke trajîkomîk de. Kurdên ku di mala xwe de bi zar û zêçên xwe re bi kurdî diaxin û bi kurdî dijîn dema ku derdikevin derve li sûkê, li bazarê yan jî di civatên siyasî û hwd. de nikarin xwe bi kurdî ifade bikin. Ji lew re neçar dimînin ku li kurdî vegerin, lê ev veger jî bi têra wan nake. Çimkî tirkî jî baş nizanin. Ji ber vê rewşê jî di navbera herdu zimanan de diçin û tên. Hevokinên wekî “lazim e kurd surecê baş değerlendirmiş bikin” êdî di jiyana kurdan de bûne hevokinên ji rêzê. Lewre nêrîna Tan û Duzen hêjayî nîqaşê ye…

Wekî encam di demeke ku pirsgirêka kurd û mijara çareseriya wê bi hemû gurahiya xwe di rojeva Tirkiyeyê de ye, ji her demê bêhtir pêdiviya kurdan bi meşandina nîqaşên bi vî rengî heye. Pirsgirêka kurd di bingeha xwe de pirsgirêka nasnameyê ye, hêmana sereke ya nasnameya kurdan jî ziman e. Ango em bi dilekî rihet dikarin bibêjin ku pirsgirêka kurd di rastiya xwe de PIRSGIRÊKA (ZIMANÊ) KURDÎ ye. Roja ku dewleta tirk di makeqanûna xwe de kurdî nas bike, wê rojê dê berê pirsgirêka kurd jî bikeve ber bi çareseriyê ve…

Îcar heke ku rojekî Tirkiye bixwaze bi kurdan re rûnê ser maseyê yek ji mijarên sereke yên muzakereyan (nav cihê be jî) dê mijara duzimaniyê be! Girîngiya nîqaşa navborî jî ji vir dest pê dike… Berî ku dawî li nivîsa xwe bînim divê ez wê jî bibêjim ku di vî warî de bêhtir pêdivî bi nivîsên lêkolînî ên teorîk heye. Nivîsa lêkolînî ya Cuma Çîçek a di ZEND’ê de û gotarên nirxandinî ên di pirtûka DuZimaniyê de, di vê riyê de gavinên destpêkê ne, divê bêne berdewamkirin…

Dawud Rêbiwar


  • Navê kitêbê: DuZimanî
  • Amedekar: Cemil Oğuz / Dawud Rêbiwar
  • Weşanxane: Hîvda
  • Çapa 1.: 2008
  • Rûpel: 117
  • Qebare: 21-13,5 cm
  • Ziman: Kurdî / Kurmanci
  • Tîp: Latînî
  • Berg: İHB Reklam Ajansı

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
₺64,00
Vergiler Hariç: ₺64,00
  • Stock: 1000
  • Yazar: Kitap 23
  • Ağırlık: 0.50g
  • Boyutlar: 0.00cm x 21.00cm x 13.50cm
  • Yer: İstanbul