Dîn Li Hember Dîn
₺18,75
Vergiler Hariç: ₺18,75
- Stock: 1000
- Yazar: Kitap 21
- Ağırlık: 0.50g
- Boyutlar: 0.00cm x 19.50cm x 13.50cm
- Yer: İstanbul
Alışveriş sepetiniz boş!
"XWEDA", "NAS" Di Tewrat û Încîlê de beşên nehatine guherîn û jê îstifade tê kirin de, di Qur’ana Pîroz de jî li her derê de, aliyê Xwedê û yê mirovahiyê/gel yek e; bê îstisna ewa wisa ye. Bi gotineke din, mijarên îlmî û felsefî ne tê de, dema li mijarên, îctîmaî, siyasî û îqtisadî tê nêrîn. Heke dewsa peyva nas (mirovahî, civaka mirovahiyê) derbas dibe lefzê Celalê Ellah daynin yan jî dewsa Ellah pêyva nas daynin, di hukmê ayetê de guherîn çênabe. Mesela em vê ayeta pîroz a “men zellezî yukrîdullahe qarden hesene (kî deynekî rind bide Xwedê...) (Hadîd: 11) binêrin. Yanî çi ye ev? Xwedê hewceyî deyn dayina min e? Wê çaxê deyndayineke rind (deynê bê selef) ji mirovan re ye. Di hedîsên şerîfê ku derheq mijarên civakî de jî weha ye. Enî/aliyê Xwedê, ji aliyê gel cihê nîne.