Menu
Sepetiniz

Dîwan | Melayê Cizîrî

Dîwan | Melayê Cizîrî
Dîwan | Melayê Cizîrî

Dîwan
Melayê Cizîrî

Şêx Ehmedê kurê Şêx Muhemmed, alim û zanyarekî ji eşîra “Boxtî” ya Kurdan e û weku “Melayê Cizîrî” tê nasîn. Li bajarê Cizîrê hatiye dinê. Bavê wî merivekî zana bû. Pêşî wî ders da lawikê xwe. Paşê Şêx Ehmed ji bo ku perwerdeya xwe bidomîne Cizîr terk kir û çû bajarên Kurdan ên weku Hekarî, Diyarbekir û Îmadîyeyê. Piştî ku perwerdeya xwe temam kir, ji alime navdar ê wê çaxê Mela Taha Diyarbekirî îcazet wergirt. Paşê vegeriya Cizîrê û dest bi dersdayînê kir. Çendek paşê jî çû bajarê Heskîfê û li wir bi cih bû. Digel muderristîyê, melatî û waîztî jî dikir. Lê piştre dest ji muderristîyê berda û kete rêya tesewwûfê û wextê xwe bi îbadet, riyazet û pêkanîna rêzikên terîqetê re borand.

Melayê Cizîrî şairekî meqambala bû û helbestên xwe piranî di warê ‘irfan û evînê de bi zaravayê Kurmancî nivîsandine. Tê gotin ku di ciwaniya xwe de ji malmezinên Kurdan aşiqê keçeke bi navê Selmayê bûye ku ev eşq tesîr li helbestnûsiya wî kiriye.

Helbestên Cizîrî digel hev pêkhateyeke bihêz afirandine. Ev helbestên curbicur, bi pîvanên besît, nêrînên serve û ji bingeha xwe ya ilmî dûr, nabe ku bên nirxandin. Herwiha bingeha wî ya ilmî, belaxata wî ya bihêz a di helbestnûsiya wî de, sînorên nêrîna wî, kûrahiya wateyên hestên wî û dewlemendîya çanda wî jî nîşanî me dike. Di helbestên wî de mijarên cuda dixuyên ku di her xwendinekê de mirov xwe di asoyên berz û dûr de dibîne. Wisa ye ku lêkolerek û şîrovekarek zehmet e ku bikaribe hemû wateyên van helbestan di berhemekê de nîşanî me bide.

Babetên weku ûlûhîyet, eşq, zanîn, felsefe, tesewwûf, xezel, sembolîzekirin, teswîrkirin, medh û sena yên di helbestên Cizîrî de û fikirên wî yên di van waran de divê ji aliyê lijneyên pispor ve bên analîzkirin. Çimkî Cizîrî behrek e û kesên ku di wê behrê de derdikevin rêwîtiyê, dikevin nav hestên xerîb. Ew behra ku di kûrahiya xwe de durrên ji zanîn, rindî û maneyê pêkhatî dihewîne, li benda kaşîfên xwe ne ku bi wêrekane bikaribin lêkolîn, analîz, rexne û wergerên xwe pêk bînin...

…Gelek nusxeyên destxetî yên dîwanê mewcûd in. Ji van nusxeyan a herî kevin eva li ber destê we ye ku mustensîxê wê Muhemmed Teyyar Paşa ye û di sala 1844an de nivîsiye. Ev nusxe li Pirtûkxaneya Mîllî ya Ankarayê di rêza 5086an de hatiye qeydkirin. Çîroka kurt a peydakirina vê nusxeyê wiha ye: Min di sala 2008an de li Pirtûkxaneya Mîllî ya Ankarayê bi qasî neh rojan û rojê heşt saet lêkolîn dikir û di encamê de ez rastî fîşeke bi navê “Hafız’ın ve Fuzûli’nin Divanı” hatim. Ji bo ku ez vê metinê kontrol bikim, min ji berpirsîyara nazik a pirtûkxaneyê destûr xwest. Dema ku çavê min pê ket, min ferq kir ku ev fîş ji sê dîwanên cuda pêk dihat ku yek ji wan jî dîwana Melayê Cizîrî bû. Min dît ku sê dîwanên cuda di berhemekê de hatibûn tesnîfkirin. Piştî îzaheke kurt a ji bo berpirsiyara wê derê, ez derbasî cem gerînendeyê pirtûkxaneyê bûm û min jê re jî ev rewş îzah kir û sax be ew jî bi maqûlî tevgeriya û ji berpirsiyaran re got ku vê rewşê dirust bikin û bi vî awayî ev rewş hat dirustkirin û dîwan ji bo bala lêkolîneran li ser navê xwe hat qeydkirin. Ji wê rojê û pê ve nusxeya Muhemmed Teyyar Paşa bû çavkaniya gelek xebatan. Ev nusxeya li ber destê we nusxeya navborî ye ku me ji bo xwîneran ew ji nû ve çap kir.

Serkeftin, hevalbendê nêta samîmî û xalis e.

Hüseyin Siyabend Aytemur


  • Navê kitêbê: Dîwan
  • Nivîskar: Melayê Cizîrî
  • Mustensîx: Muhemmed Teyyar Paşa
  • Û Digel Destxeta Mustensîx
  • Bi Tipên Erebî: Abdulselam Kartal
  • Bi Tîpên Latînî: Umîd Demîrhan
  • Weşanxane: Hîvda
  • Çap 1.: 2019
  • Rûpel: 720
  • Qebare: 21,5-14 cm
  • Ziman: Kurdî / Kurmanci
  • Tîp: Latînî û Erebî
  • Berg: İHB

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
₺360,00
Vergiler Hariç: ₺360,00
  • Stock: 1000
  • Yazar: Kitap 27
  • Ağırlık: 0.50g
  • Boyutlar: 0.00cm x 21.50cm x 14.00cm
  • ISBN: 978-6057017635
  • Yer: İstanbul