Menu
Sepetiniz

Sako

Sako
Sako

Li daîreyeke dewletê… Lê em nebêjin di kîjanê de û derbas bibin wê baştir be. Ji ber ku li daîreyên dewletê, li yekîneyên leşkerî, li nivîsgehên taybet, bi kurtasî xebatkarên hema her saziyeke dewletê li benda fersendê ne ku reaksiyonê nîşan bidin; hema di cih de dixeyidin. Êdî em hatine demeke wisa ku mirov, her rexneyê yan li hemberî xwe, yan jî li hemberî saziya xwe dihesibînin. Li gor min bihîst, di rojên borî de serkomîserekî (nayê bîra min ji kîjan bajarî bû), gilînameyek nivîsandiye. Di gilînameya xwe de dibêje: Kes guh nade zagonan, saziyên fermî di talûkeyê de ne û di şexsê saziyan de dewlet hatiye biçûkxistin. Wekî delîl jî berhemeke qalind a edebî tevî gilînameyê daye. Ji ber ku di her deh rûpelên wê de carekê qala serkomîserekî hatiye kirin. Her wiha di hin cihan de qal kiriye ku serkomîser serxweş bûye. Ji ber vê yekê; ji bo ku nexweşiyek dernekeve, em ê navê wê derê nedin û li ser vê me hevoka 'li daîreyeke dewletê' guncav dit. Belê me çi digot… Li yek ji daîreyên dewletê memûrekî ku dixebitî hebû û vî memûrî bi şikl û şemala xwe qet bala mirovan jî nedikişand. Bejinkurt, çavşeliqî, hinek jî rûxurî; porê wî yê çûr hinekî weşiyabû, di her du enişkên wî de jî xetên kûr derketibûn; ji rûyê wî mirov fêm dikir ku ji bawesîrê aciz e… Ma em dikarin çi bikin! Tekane sûcdar kişwera Petespurgê ye! Em werin ser nasnava wî, ku li cem me berî nav, qala nasnavan tê kirin. Gelek kes, dema bizanibin kesek nikare li ber wan ber xwe bide bi ser de diçin. Ew jî kesek wisa bû, nedikarî ber xwe bide û her bi ser wî de diçûn; pê henekên xwe dikirin. Bi vê halê xwe ew dê wekî yek ji memûrekî berdevk ê ji rêzê bimana... Paşnavê wî Başmaçkîn bû. Ev paşnavê ku tê wateya qonderekar (goşkar), eşkereye ku zemanekî ji peyva "qondere" hatiye girtin; lê malbata wî ev paşnav kengê, ji ber çi sedemî girtiye nayê zanîn. Ji ber ku ne bavê wî, ne kalê wî, ne jî bûrayê wî yanê bê îstîsna hemû sulaleya Başmaçkîn ne qondere, wan cîzme dikir lingên xwe; salê sê caran jî binê wan pîne dikirin…


  • Navê kitêbê: Sako
  • Nivîskar: Gogol
  • Wergêr: Cemil Oğuz
  • Weşanxane: Hîvda
  • Sala çapê: 2008
  • Çap: I
  • Rûpel: 45
  • Qebare: 21-13,5 cm
  • Ziman: Kurdî / Kurmanci
  • Tîp: Latînî
  • Berg: İHB

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
₺48,00
Vergiler Hariç: ₺48,00
  • Stock: 1000
  • Yazar: Kitap 31
  • Ağırlık: 0.50g
  • Boyutlar: 0.00cm x 21.00cm x 13.50cm
  • Yer: İstanbul