Menu
Sepetiniz

Wateya Jîyanê

Wateya Jîyanê
Wateya Jîyanê

“Heke Xwedê hezbikira dikarbû em mîna miletekî biafiranda, lêbelê ew me diceribîne.” (Qur’an) Tolstoy   Rojekê ji qencan yekî pirsîne: Gelo di navbera kesên tenê behsa hezkirinê dikin û kesên birastî hezdikin de çi ferq heye? Qenc gotîye: “Mêze bikin, ezê bibêjim.” Sivrek amede kiriye. Cara pêşîn kesên qala heskirinê dikin, lê ji devê xwe danaxine dilê xwe vexwandîye. Hemû li cîyê xwe rûniştine. Pêşîyê şorbên kel û ji pey re jî kevçîyên bi qasî mêtrekê dirêj, jê re dibêjin kevçîyê derwêşan hatine. Qenc, şert li wan birîye: Hûnê di bistîyê van kevçîyan de bigrin, wisa bixwen. Naxwe li ber devê kevçî de girtin tuneye. Gotine baş e û dest bi xwarinê kirine. Lê ev çi ye? Ji ber ku kevçî zef dirêj in, ji merivên li ser sivrê tu kesî heya şorbê nerijîne tu kesî nikaribûye bibe devê xwe. Di encamê de lê nihêrîne ev nabe, dev ji şorbê berdane. Wisa birçî ji ser sivrê rabûne. Qenc gotîye: “Îcar jî em yên birastî hezkirinê dizanin û hezdikin vexwînin.” Merivên rûyê wan bi ronî, çavên wan ji hezkirinê biken, li ser sivrê rûniştin. Çaxê merivê qenc gotiye de kerem bikin, her yekî kevçîyê xwe di şorbê de kiriye û dirêjî birayê xwe yê li hember xwe û şorba xwe xwarine. Bi vî tehrî her yekî yê din têr kiriye û bi şikûr ji sivrê rabûne. Qenc gotîye: “A kê xwe tenê li ser sivrê bibîne û ji bo xwe têr bike bixebite, ewê birçî bimîne û kê jî li ber birê xwe bikeve wî têr bike, ewê jî bêguman ji alîyê birayê xwe ve bê têrkirin. Vê yekê jî tu car ji bîr nekin; di bazara jîyanê de, ne yê distîne, herdem yê dide bi qezenc e.”


  • Navê kitêbê: Wateya Jîyanê
  • Nivîskar: Leo Tolstoy
  • Wergêr: Murad Pola
  • Weşanxane: Hîvda
  • Sala çapê: 2006
  • Çap: I
  • Rûpel: 104
  • Qebare: 21-13,5 cm
  • Ziman: Kurdî / Kurmanci
  • Tîp: Latînî
  • Berg: Semih Celalî

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
₺64,00
Vergiler Hariç: ₺64,00
  • Stock: 1000
  • Yazar: Kitap 34
  • Ağırlık: 0.50g
  • Boyutlar: 0.00cm x 21.00cm x 13.50cm
  • Yer: İstanbul