Menu
Sepetiniz

Nado Kurê Xwe Firot

Nado Kurê Xwe Firot
Nado Kurê Xwe Firot

Nado Kurê Xwe Firot

Rıza Çolpan


Mirov dema ku çirokek guhdarî bike ya jî pirtûkek bixwîne, xwe ya jî parçeyek ji jîyana xwe di wê çîrok û pirtûkê da bibîne, bêtir guh dide gotinên çîrokvan, bi kelecan û meraq pirtûkê dixwîne. Bi guhdarîkirina çîrokê ra dibe hevparê çîrokvan, bi xwendina pirtûkê ra jî dibe hevparê nivîskar.

Ev pirtûka Nivîskarê Kurd Riza Çolpan jî pirtûkek wusa ye. Wek navê wê, ev pirtûk her çiqas ji serpêhatîyên Nado pêk were jî, parçeyek ji çîroka Kurdan e. Ew Kurdên ku di salên 50yî da ji bo parîyek nan, ji dê û bavên xwe veqetiyane, ji gund û bajarên xwe derketine û berê xwe dane Stenbola xopan. Hinek ji wan di rewşeke dijwar û di bin kar û barên giran da xwe parastine û ji derd û kulên xwe, ji sedemên nezanî û xizanîya xwe hayîdar bûne û li pey jîyanek azad û birûmet ketine, hinek jî mîna Nado di nav kûçe û kolanên Stenbolê da xwe wenda kirine û ji mirovatîye dûr ketine.

Nado xortekî Kurd ê ji gundekî Îdirê ye û heta 22 salîyê xwe di gund da jîyaye. Di zarokatîya xwe da zarokekî şerûd e. Sedem vê yekê bavê wî, ew neşandîye dibistanê û heta roja ku ji gund derdikeve, jîyana wî bi berxivanî û şivantîya malbatê va derbas dibe.

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
₺150,00
Vergiler Hariç: ₺150,00
  • Stock: 10
  • Yazar: Doz, 9786054765331