Nado Kurê Xwe Firot
₺150,00
Vergiler Hariç: ₺150,00
- Stock: 10
- Yazar: Doz, 9786054765331
Alışveriş sepetiniz boş!
Nado Kurê Xwe Firot
Rıza Çolpan
Mirov dema ku çirokek guhdarî bike ya jî pirtûkek bixwîne,
xwe ya jî parçeyek ji jîyana xwe di wê çîrok û pirtûkê da bibîne, bêtir guh
dide gotinên çîrokvan, bi kelecan û meraq pirtûkê dixwîne. Bi guhdarîkirina
çîrokê ra dibe hevparê çîrokvan, bi xwendina pirtûkê ra jî dibe hevparê
nivîskar.
Ev pirtûka Nivîskarê Kurd Riza Çolpan jî pirtûkek wusa ye. Wek
navê wê, ev pirtûk her çiqas ji serpêhatîyên Nado pêk were jî, parçeyek ji
çîroka Kurdan e. Ew Kurdên ku di salên 50yî da ji bo parîyek nan, ji dê û bavên
xwe veqetiyane, ji gund û bajarên xwe derketine û berê xwe dane Stenbola xopan.
Hinek ji wan di rewşeke dijwar û di bin kar û barên giran da xwe parastine û ji
derd û kulên xwe, ji sedemên nezanî û xizanîya xwe hayîdar bûne û li pey
jîyanek azad û birûmet ketine, hinek jî mîna Nado di nav kûçe û kolanên
Stenbolê da xwe wenda kirine û ji mirovatîye dûr ketine.
Nado xortekî Kurd ê ji gundekî Îdirê ye û heta 22 salîyê xwe
di gund da jîyaye. Di zarokatîya xwe da zarokekî şerûd e. Sedem vê yekê bavê
wî, ew neşandîye dibistanê û heta roja ku ji gund derdikeve, jîyana wî bi
berxivanî û şivantîya malbatê va derbas dibe.