Menu
Sepetiniz

Rist û Çarînên Derd û Kulan û Keserê

Rist û Çarînên Derd û Kulan û Keserê
Rist û Çarînên Derd û Kulan û Keserê

Rist û Çarînên Derd û Kulan û Keserê

Rıza Çolpan


Rê Bidin Min

Dikşînim kesera welêt

Rê bidin min behr, çîyano

Mir’nê min ra nekin xelat

Rê bidin min behr, çîyano

 

Dixwazim ku herim wê der

Hember dijmin ez bikim şer

Li tev xuşk û biran tevger

Bikim ez, behr çîyano

 

Ew der warê bav kalan e

Ê Zînê, Memê Alan e

Warê deh hezar salan e

Rê bidin min behr, çîyano

 

Tên bîhra min kevir û dar

Berfa sipî, cotên bihar

Çem kanî û ew avên sar

Rê bidin min behr, çîyano

 

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
₺50,00
Vergiler Hariç: ₺50,00
  • Stock: 5
  • Yazar: Doz, 9786054765355