Mircan û Morî
₺100,00
Vergiler Hariç: ₺100,00
- Stock: 100
- Yazar: Doz 145
- ISBN: 978-6054765301
Alışveriş sepetiniz boş!
Mircan û Morî
Latif Epözdemir
Ziman
û raman du tiştên gelek girîng in di jîyana miletan da. Feylezofê alman
Heidegger dibêje, “Ziman mala ramanê ye.” Lê em dikarin bibêjin ku ziman çekê
neteweyan e, yan jî welat û warê miletan e. Rewşa ku bi seh û rahê miletan
hatîye xemilandin, nîşana neteweperwerî, niştimanperwerî û milîbûyînê ye. Ziman
ji hacetên herî mezin ê daxuyanî, jîyandin û domandina vê ruh û seha milîye.
Zimanê axiftin û nivîsandinê, milet bi hev ra girê dide û dixe girêk. Zimanê
axiftinê; ew zimanê rojane û navmalî ye ku em û kesên li derveyî me, ji hev fêm
dikin û pêwendîyên bi hev ra dikarin daynin. Lê zimanê nivîsandinê zêdetir ji
bo agahdarî û zanyarîyê ye. Hacetên zimanê nivîsandinê jî rojname, kovar û
kitêb in. Lewra cîyê wan di jîyana cîvakî da gelekî girînge.